Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Avaşîn û Ebex a Wanê li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine û li Ebexê 2 leşker hatine kuştin.
HPG, dîmenê çalakiya gerîla ya li Şemzînanê pêk anîbûn jî parvekir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîlayan ên li Avaşîn û Ebexê pêk anîbûn, bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya HPG;
Gerîllayan 26’ê Cotmehê li herêma Avaşîn ya li Herêmên Parastinê yê Medyayê, li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ku li Tepê Xwedê bi cîh bûbûn çalakiyek pêk anîn.
Gerîlayan bi xurtî li çeper û stargehên dijmin xistin, lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.
27’ê Cotmehê jî li bejahiya navçeya Wanê Ebexê, gerîlayan li dijî baregehek nobetê ya qereqola Sarixsû çalakî lidardixtin.
Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.
Ji aliyê din ve Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê dîmenê çalakiya gêrîla ya di 18’ê Tebaxê de li herêma Deman a navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî wesayîta kontrayan ku alavên leşkerî ji qereqola Kelevek û Dûre re biribûn weşand.
Di vê çalakiyê de kontrayek hatibû kuştin.