Rûniştina 20. a doza Kobanê li Gîrtîgeha Sîncan yê Enqereyê pêk hat

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş derbarê doza kobanê diyar kir ku dadgeh li ser daxwaza Erdogan dixwaze heta hilbijartina 2023’an vê komployê bidomîne.

Rûniştina 20’emîn a Doza Kobanê di roja 8’emîn de, li Girtîgeha Sîncanê Enqereyê hate lidarxistin.

17 jê girtî 108 siyasetmedar ji ber protestekirina êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê tên darizandin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê, Selahattîn Demîrtaş destpêkê di rûniştinê de axivî.

Demîrtaş: Dadgheh dixwaze heta hilbijaritina 2023’an komloyê bidomîne

Selahatîn Demîrtaş anî ziman ku 6 salin ew ji ber axaftinên xwe tê darizandin û dibin sedema girtina wan û got:

“Tenê delîlek dosyeyê heye, ew jî beyamên Erdogan ku me pê sûcdar dike.

Dizanin ku viya derew e.

Dibêjin “emê ji bo kêfa xwe, sûcê bûyerên Kobanê bixin stûyê van’.

Hûn jî li ser mexsed û daxwaza wan me digirin û ji me re cezayan derdixin.”

Demîrtaş diyar kir ku îdiayên dozger û dadgeran hemû derew in û got:

“Dadgeh jî dixwaze heta hilbijartina 2023’an vê kompliyê bidomîne.

Back to top button