Li navçeya Raco ji ber ku welatiyekî daxwaza mala xwe kir, çeteyan ew revandin

Li Efrîna dagirkirî kuştin, talankirin, revandin û dest danîna li ser mal û milkên xelkê bê navber dewam dike.
Li navçeya Raco ji ber ku welatiyekî daxwaza mala xwe kir, çeteyên dewleta Tirk ew revandin.

Hat ragihandin ku çeteyên koma bi navê “Cebhe El-Şamiyê” welatiyê bi navê Mihemed Osman Tobal (47) ji gundê Mamila yê navçeya Reco revand.

Li gorî agahiyan Mihemed Osman ji ber ku daxwaza mala xwe ya li nêzî gundê Kefir Cenê ya girêdayî Şera kir , çeteyan bi awayekî hovane êşkence lê kir.

Hat diyar kirin, çeteyan welatiyê revandî birin girtîgeha veşartî ya li kampa Kefer Cenê.

Hat gotin çeteyan gef li malbata welatiyê revandî kirine û gotine ger careke din behsa vegera mala xwe bike dê wî bikujin.

Back to top button