Ayeta bi Zimanê Kurdî ji mizgefta Bedlîsê hat rakirin

Dijmintiya dewleta Tirk ya li dijî zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de zêde dibe.
Derket holê ku li Bêdlîsa Bakurê Kurdistanê, ayeta bi zimanê Kurdî ji mizgeftê hatîye rakirin.

Ayeta Sûreya Îhlasê ya di nav Quranê de ku bi 5 zimanan hatibû nivîsandin, piştî ku ayeta Kurdî jê hat derxistin careke din hat daliqandin.

Têkildarî mijarê Parlementerê HDP Omer Faruk Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê Twîterê got:

“Ey dîyanet ! gelo Xwedê di kurdî nizane ? Bêdlîs ji sedî 90 Kurd in. Çawa dibe ku zimanê Îngilîzî, Almanî, Fransî û Rusî lewhe tê daliqandin, lê xutbe û lewheyên Kurdî qedexe dibin ?.”

Back to top button