Emerîkayê rapora operasyonên dijî DAIŞ’ê ya li Sûrî û Iraqê weşand

Fermandariya Navendî ya Emerîkayê li ser operasyonên dijî DAIŞ yên li Suriye, Rojavayê Kurdistan û Iraqê ragihand ku 686 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Hêzên QSD’ê jî weke ‘Hevkarên herêmî’ binav kir.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê derbarê operasyonên li dijî DAIŞ’ê yên di sala 2022’an raporek weşand.

Fermandariyê ragihand ku operasyonan, DAIŞ’ê paşdexist, gelek serçeteyên DAIŞ’ê di nava wan de emîr hatin bê-bandorkirin û kuştin.

(CENTCOM): Li Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê û Iraqê 686 çete hatine kutşin

Li gorî raporê, di nava salekê de li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi giştî 122 operasyon li dijî DAIŞ’ê hatine lidarxistin.

Di van operasyonan de 466 çeteyên DAIŞê hatine kuştin û 215 çete jî hatine girtin.

Her wiha li Iraqê jî, di 191 operasyonên hevpar de, herî kêm 220 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, 159 jî hatine girtin.

(CENTCOM): QSD di têkbirina DAIŞ’ê de bi roleke mezin radibe

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di raporê de got:

“Hevkarên me yên herêmî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Iraqê, di misogerkirina têkbirina mayînde ya DAIŞ’ê de rola xwe ya girîng dileyzin.

Back to top button