Doh di saetên nîvro de li navçeya Çemçemalê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê, erebeyek hate hedef-girtin û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Asayişa Başûrê Kurdistanê têkildarî şewitîna wesayîtekê li bajarokê Tekye yê girêdayî navçeya Çemçemal de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya de Asayişê diyar kir ku sedema derketina şewatê di wesayîta li Çemçemal şewitî deqîna tankerê wesayîtê bû.
Asayişê di daxuyaniyê de ragihand ku di encama derketina şewatê de du kes birîndar bûn yek ji wan ajokar bû.



