Pirtûkên Rêberê Apo, li Başûrê Kurdistanê, taybet herêmên di bin destê PDK’ê de tên astengkirin.
Ev yek bû sedema nerazîbûnan çalakvanên Herêma Germiyan.
Çalakvan û nivîskarên Başûr diyar kir ku PDK’ê naxwaze civak hişyar bibe.
Nivîskar Hawkar Nesredîn got:
Ji ber ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan ditirsin, rê li belavkirina pirtûkan digrin.
Fikirê Ocalan bandorê li civakê kiriye
Çalakvan Sebah Mihemed jî ji aliyê xwe ve dibêje:
“Pirtûkên Rêber Ocalan behsa azadiya netewî, aştî û jiyana hevbeş dikin.
Li dijî sîstema sermayedariyê ye sedema qedexeyê jî ev e.”
Sebah destnîşan kir ku PDK’ê xwe weke partiyek desthilatxwaz nîşan dide.
Naxwaze civak hişyar bibe û li ser rêyek rast be.