Cenazeyê şervanê QSD’ê Şehîd Seîd El-Xêrawî bi nasnav Ela Tirbespiyê li Goristana Şehîd Dilşêr bi merasîmekê hat oxirkirin.
Ji bo oxirkirina Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Seîd El-Xêrawî di 22`yê Mijdarê de şehîd bûbû îro li bajarê Tirbespiyê merasimek hat lidarxistin.
Di merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî axivî û diyar kir ew deyndarên şehîdan in.
Hat diyar kirin heta pêkanîna armancên şehîdan wê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Piştî axaftinan cenazeyê şehîd Ela Tirbespiyê bi dirûşmeyan hat oxirkirin.