Hevserokatiya KCK’ê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî daxuyaniyek nivîskî weşand û ev roj li gelên cîhanê pîroz kir.
KCK’ê got : ” Şoreşa Rojava encax bi têkoşîn û berxwedana hevpar a gelan were parastin.
Her kesên li dijî mêtingeriyê ne, divê bi ruhê berxwedan û hevgirtina Kobanê bi xurtî piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava.”
Kurdan bi berxwedaneke mezin cîhanê ji çeteyên DAIŞ’ê parast û bi berxwedana kobanê ve wan avît sergoyê dîrokê.
Li hember bexwedaniya YPG û YPJ û Gerîla cîhan 1′ê Mijdarê wekî rojeke cîhanî ji bo Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re hate ragihandin.
Îro salvegera 9’an a roja Kobanê ya Cîhanî ye.
Bi vê boneyê Hevserokatiya KCK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand .
KCK: Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê encama têkoşîna hevpar e
KCK’ê diyar kir ku şoreşa ku li Rojava pêk hat encama têkoşîna hevpar e û got:
“Berxwedan û serkeftina Kobanê jî bi heman rengî bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelan pêk hat.
Ji ber vê yekê Kobanê û Şoreşa Rojava bi xurtî ji aliyê gelên cîhanê ve tê hembêzkirin.
Serkeftina Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê bi berxwedan û fedekariyan pêk hat. ”
KCK: Armanca desthilatdariya AKP-MHP’ ê qirkirin e
KCK’ê da zanîn ku Hêza rast a li pişt DAÎŞ’ê desthilatdariya AKP-MHP’ê bû, tişta ku bi destê DAIŞ’ê xwstin bikin nikarîbûn niha bi xwe dikin û got:
“Armanca rastî ya desthilatdariya AKP-MHP’ê qirkirina Rojava ye.
Di van êrîşan de bi dehan avahiyên hilberîn û jiyanê, dibistan û nexweşxane, îbadetxane û bendav hatin armanc girtin.
Ev qirkirineke eşkere ye. Tayyîp Erdogan û Hakan Fîdan ev yek bi awayekî vekirî ragihandin û li ber çavên cîhanê kirin.
Lê belê dewlet û saziyên navneteweyî li hemberî van êrîşên qirkirinê yên eşkere tu bertek nîşan nedan. ”
Şert û merc ji me nûjenkirina ruhê berxwedana Kobanê dixwaze
KCK’ê eşkere kir ku Şoreşa Rojava tenê bi têkoşîn û berxwedana hevpar a gelan dikare were parastin û wiha domand:
“Şert û merc hewce dike ku em ruhê yekitî, hevgirtin û berxwedana ku li Kobanê pêşketiye nûjen bikin û hîn berfirehtir û geş bikin.
1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî û 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanî divê bi vê hişmendî û berpirsyariya dîrokî bên pêşwazîkirin û pîrozkirin.
Bi taybetî gelê Rojava û Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, bi xurtî piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava.”