1’ê Mijdarê Roja Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re

Îro salvegera 9’an ya Roja Kobanê ya Cîhanî ye.
Çeteyên DAIŞ’ê ku bi telîma desthilat Erdogan êrişê Kobanê kirin, lê rastî bersiva tund a şervanê Rêber Apo hatin.
Li ser banga Rêber Apo taybet li Bakurê Kurdistan, li her çar beşên kurdistanê û cîhanê bi hezaran ciwan herîkîn qada şer a Kobanê.
Di encama berxwedan YPG; YPJ û Gerîla de planên çeteyên DAIŞ û Erdogan neçû serî û planên dagirkeran têkçû.

15′ê Îlona 2014′an, çeteyên DAIŞ′ê ji 3 aliyan ve êriş li dijî bajarê Kobanê dan destpêkirin.

Êrişa ku bi hezaran çeteyên DAIŞ′ê tev lê bibûn, êrişa herî mezin a DAIŞ′ê li Sûriye bû.

Çend hefte beriya êrişa li ser Kobanê, çeteyên DAIŞ′ê êrişî Şengalê kirin û komkujî li dijî xelkê Êzidî pêk anîbûn.

Lewra metirsî hebûn ku çeteyên DAIŞ′ê senaroyaya Şengalê li Kobanê jî dûbare bike.

Çeteyên DAIŞ′ê bi hejmara xwe ya mezin û alavên xwe yên leşkerî yên pêşketî, ji sê aliyan ve Kobanê dorpêç kirin.

Di heman demê de dewleta Tirk li aliyê bakur bajar dorpêç kiribû.

Şervanên YPJ û YPG′ê li hemberî êrişan berxwedaneke bêhempa raber kir.

Derdora 300 mirov ji gundên Kobanê derxistin da ku nekevin nava pencên çeteyan.

Roja piştgiriya bi berxwedana Kobanê ya cîhanê re

Di vê çaçroveyê de li 93 welatên cîhanê û piraniya welatên Ewropayê, bi mîlyonan kes daketin qadan û bang li hikumetên welatên xwe kirin tavilê bikevin tevgerê.

1′ê Mijdarê wekî rojeke cîhanî ji bo Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re hate ragihandin.

Her wiha seferberiya giştî ya ku Rêbe Apo li girtîgeha Îmraliyê ji bo Kobanê bang kiribû, dîsa banga KCK′ê ya parastina Kobanê di şerê ′çarenûsî′ yê ji bo qedera Kurdan de, xaleke girîng bû.

Li ser banga seferberiyê ya Rêber APO, di serî da Bakurê kurdistanê ji Rojhilat, Başûr û derveyî welat, li gelek welatên cîhanê, bi dehan ciwan hatin Kobanê.

Di heman demê de Bakurê Kurdistanê li ser sînorê Kobanê mertalên zindî çêkirin.

Ji bajarê Riha, Silopî, Qoser, Dêrik û Nisêbîn bûn qada pevçun û serhildanê.

Ji 7 heta 70’ê salî li sînor bernedan û pişgiriya Kobanê kirin.

Gelê Bakur xwe kirin mertal û sînorên ku bi têlan hatin bûn ava kirin rakirin û derbasî Rojava bûn.

Di hemû bajarê Bakurê Kurdistanê pêleke serhildanê ji bo Kobanê dest pê kir.

Pîştî berxwedana dîrokî ya şervanên YPG-YPJ û gerîla roja 1’ê Mijdarê ji aliyê cihanê ve wekî “Roja Cîhanî ya Kobanê hat ragahandin.

Back to top button