Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku di nav de sûriyeyî û welatiyên ji gelek deLetên ereb hene, 621 kes ji Sûdanê hatin vegerandin.
Ajansa Nûçeyan a Iraqê WAA ya ku agahiyên xwe dispêre berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El sehaf têkildarî mijarê wiha got:
“Rêwîtiya derxistinê ya dawîn a ku dewleta serokwezîrê veqetandiye, gihaşt Bexdayê.
Bi 5 balafiran welatiyên iraqî hatine vegerandin.
Di nav wan de sûriyî û sûdanî hene.”
Çalakvanên sûriyeyî jî doh li medya dijîtal parve kirin ku hewl dan hene ji bo welatiyên ji Bakur û Rojhilatê sûriyê li warên xwe bên vegerandin.
Ev veger dê bi koordîneya Rêveberiya Xweser be.
Rêveberiya Xweser bi koordîneya şirîketên taybet ên Sûriyê li Sûdanê asê mabûn, vegerandin.