Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan li Şengalê jî bi semînerekê hate bîranîn û hate diyarkirin ku xwedî derketina li keda şehîdan wê bi xwe rêxistinkirinê pêk were.
Bi pêşengtiya TAJÊ û bi beşdarbûna endamên meclis, sazî û dezgehan li Şengalê bi semînerekê Şehîd Zîlan hate bîranîn.
Semîner li Meclisa Gel a Xanesorê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir
Piştre sînevîzyonek li ser kesayet û têkoşîna Şehîd Zîlan hate nîşandan.
Her wiha nameya ku Şehîd Zîlan li pey xwe hêlayî jî di semînerê de hate xwendin.
Di semînerê de beşdarvanan nêrînên xwe anîn ziman û diyarkirin ku Şehîd Zîlan pêşenga şoreşa gelan bû, xwedî derketina li keda hemû şehîdan bi xwe rêxistinkirinê wê pêk were.
Her wiha hate destnîşankirin ku civaka Êzidî piştî naskirina fikir û ramanên Rêber Apo, famkirin ku jiyana azad bê berdêl nabe.
Semîner bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.
Besê Erzîncan: Gerîlayên YJA STAR, li dijî faşîzmê li ser xeta fedaî ya heval Zîlan pêşengiyê dikin



