Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan cejna gel pîroz kirin.
Di bernameya cejnê de banga xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li avahiya HDP a Stenbolê tev li bernameya pîrozkirina Cejna Qurbanê bû.
Rêveberên partiyan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bernameyê bûn.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê her kes li dijî tecrîdê rabe
Ûçar piştî ku cejna her kesî pîroz kir, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêber Apo û wiha got:
“Tecrîda qetlîamek hiqûqê ye.
Divê ne tenê kurd her kesê ku li vî welatî dijî, tecrîdê bibînin.
Ger em li hember vê qetlîama hiqûqê serî ranekin, îro Merdan Yanardag û sibê jî kesên din dê bi vê bêhiqûqiyê re rûirû bimînin.”
Pervî Bûldan: Li dijî gelê Kurd polîtîkaya înkarê dewam dike
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî li Erdîşê axivî û cejna herkesî pîroz kir
Bûldan destnîşan kir ku hê jî li dijî gelê kurd polîtîkaya înkarê berdewam dike û got:
“Ew di ferqa kêmasiyên xwe de ne û ew ê di meha îlonê de kongreya xwe pêk bînin û wê bi plansazî û ferasetek nû û rûyên nû rabin.”
Pervîn Bûldan: Hevî dikin her cejnek bibe wesîleya azadî û aştiyê