Li erdhêja Japonyayê de 94 kes mirin

Li Japonyayê bîlançoya erhejê her rojê ku derbas dibe zêde dibe.
Li Nîvgirava Noto û li peravên Îşikawayê erdhejên bi lerza 4 heta 7’an pêk hatin.
Di encama vê erdhejê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 94’an.

Hejmara kesên ku di erdhejên ku li parêzgeha Işikawa û peravên Nîvgirava Noto ya li rojavayê Japonyayê pêk hatin de jiyana xwe ji dest dan derket 94’an.

Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) di destpêka salê heya niha li Nîvgirava Noto û li peravên Îşikawayê erdhejên bi lerza 4 heta 7an pêk hatin.

Hat ragihandin ku li herêmê erdhêj dewam dikin.

Walîtiya Eyaleta Işikawayê daxuyand ku li herêmê di erdhejê de 94 kesan jiyana xwe ji dest dan û li seranserê herêmê zêdeyî 300 birîndar jî hatin dermankirin.

Çarenûsa zêdeyî 222 kesan ne diyar e

Hat diyarkirin ku li tevahiya herêmê zêdeyî 40 kes di bin xirbeyan de mane û ji ber girtina rêyan jî zêdeyî 700 kes li noqteyên cuda asê mane.

Her wiha hat ragihandin li seranserê eyaletê li 165 dibistan û tesîsan zirareke qismî hatiye tesbîtkirin

û di 370 îxbarên tehliyeyê de nêzî 33 hezar kes hatine bicihkirin.

Hişyarî hat dayîn ku barîna baranê ya domdar li seranserê Nîvgirava Noto dikare bibe sedema şimitîna axê.

Ji ber erdhêjê dabînkirina kehrebe û avê zehmet bûye

Hat diyarkirin ku li herêmê di dabînkirina kehrebe ya 30 hezar malan û dabînkirina avê ya 80 hezar malan de pirsgirêk derketiye û çarenûsa zêdeyî 220 kesan nediyar e.

Piştî erdheja bi lerza 7,6 a li welêt 72 saetan jinek bi saxî ji bin xirbeyan hat rizgarkirin.

Zilamek temen mezin ji xaniyek hilweşiyayî li Suzuyê ku yek ji bajarên ku herî zêde lê zerar dîtiye li parêzgeha Işikawayê hate rizgar kirin.

Li Japonyayê hejmara windahiyan gihişt 78’an

Back to top button