Angela Merkel bi merasîmeke leşkerî hat oxirkirin

Li Almanyayê desthilatdariya 16 salan bidawî dibe..
Kesayeta ku di vê pêvajoyê de welat birêve bir Angela Merkel, şevê din bi merasîmeke leşkerî hat oxirkirin.

26’ê Îlonê li Almanyayê bi serkeftina Partiya Sosyal Demokrat-SPD, dawiya li desthilata 16 salan a Tifaqa Xiristiyan hat.

Her bi vê encamê de hukûmeta nû ku wê ji Sosyal Demokratî, Lîberal û Kesan pêk tê were avakirin.

Heta ku ev hukûmeta koalîsyonê bi awayekî fermî were ragihandin, wê Angel Merkel erka xwe a dawiyê vê mehê dewam bike.

Tevî vê yekê jî xebatên bidawîkirina wezîfeya wê hene.

Şevê din Merkel li paytext Berlînê ji aliyê artêşa welat ve bi merasîmeke leşkerî hat oxirkirin.

Merasîm li welat weke kevneşopî tê zanîn û tenê ji bo serok-dewlet, serokwezîr û wezîrên parastinê ên erka wan bidawî bûye tê lidarxistin.

Back to top button