Dewleta Tirk zagonên navneteweyî bin pê dike

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê şermezar kir û got: artêşa Tirk a dagirker qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Tevî rewşa awarte ya ku cîhan ji ber belavbûna vîrusa Corona rawestiye û bangên NY’î yên agir-bestê, lê dîsa jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li herêmê didime.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker qanûnên navneteweyî bin pê dike û êrîşên li dijî herêmê dewam dike.

Meclisa Jinan diyar kir ku ji ber êrîşan, jin û zarok şehîd û birîndar dibin.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî bang li civaka navneteweyî kir ku sînoran ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî gel û pêkhateyên herêmê re deynin.

Her wiha bang li hêzên dewleta Tirk a dagirker kir ku, xwe ji tevahî xaka Sûriyê ku dagir kiriye, vekişînin û şêniyên resen vegerin warê xwe.

Back to top button