“Em ê li ser şopa şehîdên berxwedanê bidomînin”

Şêniyên navçeya Til Temirê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên wan, şermezar kirin û got :
“Divê hemû pêkhate ji bo têkbirina êrişan bibin yek. ”
Şêniyan piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî yên li eniyên şer re jî anîn ziman.

Ji bo valakirina herêmê ji niştecihên wê, dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser navçeya Til Temir didomîne.

Têkildarî mijarê, şêniyên Til Temir êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên wan şermezar kirin.

Welatiya bi navê Xedîce Îbrahîm got:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, welatiyên ku red dikin axa xwe biterikînin, dike hedef.

Pêwîst e hemû pêkhate ji bo şikandina êrişan bibin yek ..

Em şêniyên Til Temirê bi hemû pêkhateyên xwe ve, mil bi mil bi hev re ne.

Ji bo şehîdên xwe, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

“Nikarin armcên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin”

Welatiyê bi navê Azad Emîn jî tekez kir ku dagirker nikarin li ser axa me, armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin.

“Em axa xwe bernadin”

Welatiya bi navê Îtab Hesen jî dibêje:

“Me xendek kolandin û madeyên xwarinê bi temamî peyda kirin..

Da ku em piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî yên li eniyên şer ê pêş bikin.

Em ê parastina herêma xwe bikin û wê nehêlin.

Ev hemû jî bi rêya xwebirêxistinkirinê pêkan in.”

Back to top button