Salih Muslim: Teqîna Taksîmê senaryoyeke tewleta Tirk e

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku teqîna li Stenbol-Taksîmê senaryoya lîstika li dijî Kurdan e, diyar kir ku têkiliya kesê hatiye girtin bi çeteyên weke qaşo artêşa azad re heye.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî êrîşa li Taksîma Stenbolê ji ANF’ê re axivî.

Salih Muslim diyar kir ku êrişa Taksîmê ji aliyê Daîreya Hêzên Şerê Taybet ê dewleta tirkve hatiye orgaîzekirin û got:

“Ev êrîşeke terorîstî ye û em jî weke her kesî vê êrîşê şermezar dikin. Ev entrîkayên Osmaniyan e; lîstikê Hêzên Şerê taybet ê dewleta Tirk e. Hêzên rojava dixin hedef.

Lê hêzên rojava QSD, Rêveberiya Xweser û PYD’ê me ji roja destpêkê ve gelek daxuyaniyên ji bo şermezarkirina vê êrîşê dan. Ti eleqeya hêzên me vê êrişê nîne.”

“Bi hinceta vê teqînê dixwazin êrişê Rojava bikin”

Salih Muslim da zanîn ku dewleta Tirk ji ber ku planên xwe yên li Rojava pêk neaniye serî li komployeke bi vî rengî daye û bi taybet Kobanê kiriye hedef.

Muslim Wiha berdemî da axaftina xwe:

“Tişta ku bi taybet Kobanê dikin hedef ji bo tolhildanê ye. Tolhildana Kobanê ji bo wan mijara hişmendiyê ye.

Ji ber ku DAIŞ li wir têk çû. Ji ber vê jî Minbic û Kobanê dikin hedef. Ev jî nîşan dide ku wan senaryo amade kirine, dema derfet hebe wê êrîş bikin.”

Salih Muslim diyar kir ku kesê piştî êrîşa Taksîmê ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye girtin, wêneyên ku nîşan didin têkiliya wî bi komên weke OSO’yê re heye .

“Divê em li hember êrişeke muhtemel tedbîrên xwe bigrin”

Salih Muslim bang li hemû kesan kir ku li hemberî êrîşên bi vî rengî yên li ser Kurdan hesas bin û ev bang kir:

“Êrîşên li ser Rojava ranewestiyane. Dikarin vê hê bêtir xurt bikin.

Ji ber vê yekê pêwîst e hemû hêz û hêzên me yên demokratîk ji vê re amade bin.

Divê em tedbîrên xwe werbigirin.”

Back to top button