“Li Dersîm heta îro hişmentiya qetlîamkar didome”

Li paytexta Almanyayê Berlînê Meclîsa Jinan a Dest Dan, Nav Berlîn û Kongreya Avakirina Dersimê ya Berlînê, Kurdistanî li ber Balyozxaneya Tirk hatin ba hev û Seyîd Riza bibîr anîn.

Nûnera Kongreya Avakirina Dersimê ya Berlînê Mehtap Erol axivî û got:

“Komkujiya Dersimê, bi fermana Ataturk û destê dewleta Tirk hat kirin. Ev polîtîkayên qirkirinê hêj jî berdewam in.”

Bakî Selçûk ê li ser navê Aveg-Kon’ê ev tişt gotin:

“Hişmendiya li Pirsûs, Enqere û gelek derên din qetlîam kirin, dawiya hefteyê jî li Stenbolê kir.

Ev hişmendî bi qetlîama dawîn planê êrîşkirina Rojava dike.

Bila vê baş bibînin ku bi polîtîkayên qirêj li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurd nikarin bigihîjin encamê.”

Parlamenterê Eyaleta Dîe Lînkeyê Ferhat Koçak got ku divê hişmendiya Qetlîama Dersimê kiriye, di qada navneteweyî de bê mehkûmkirin û Komkujiya Dersimê bê naskirin.

Back to top button