Çete malên welatiyan li Girê Spî talan dikin

Hinek dîmen ji gundewarên Girê Spî yê dagirkirî gihşatin ber destê me.Di wan dîmenan de tê xuyakirin ku çeteyên dewleta Tirk her tişt talan kirine, tiştek di malên welatiyan de nehiştine û xaniyên xelkê tazî kirine.

Ev dîmen ji gundê Yabisê yê li Rojavayê Girê Spî ye.

Di dema êrişa dagirkeriya Tirk a sala 2019’an de ev gund jî mîna bi dehan gundên din, hat dagirkirin.

Weke hûn dibînin, tiştek di malê de nameya û her tişt hatiye dizîn.

Çavkaniyên ku ev dîmen bi me re parev kirin dibêjin ku hemû kelûpelên vê malê ji hêla komên çete yê dewleta Tirk ve hatine dizîn û rewşa piraniya malan bi vî awayî ye.

Back to top button