Bafel Talabanî: Li dijî êrişên Tirkiyê pêwîstî bi helwesteke niştîmanî heye

Li dijî vê komkujiya dewleta Tirk hin aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî nerazîbûn nîşan dan.
Û bang li hikûmeta Iraq û başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî dagirkeriya Tirk helwesteke nîştîmanî nîşan bidin.
Lê belê weke her carê berpirsên PDK’ê ne xwedî helwest bûn û ne jî dewleta Tirk berpirs û sûcdarê êrişê nîşan dan.

Gelek tevger û aliyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê jî li dijî komkujiya li Zaxoyê derketin û helwestên tund nîşan dan.

Ji wan Serokê YNK Bafil Talabanî, ev komkujî bi tundî red kir û banga helwesteke nîştimanî li dijî binpêkirina sinorên Iraqê kir.

Talabanî daxwaz ji hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî van êrişên ku li ser ewlehiya Iraqê metirsiyê çêdikin, xwedî helwest bin.

Talebanî got,

“Ji bo pêşî li van êrişan were girtin, pêwîstî bi helwesteke nîştmanî ya hemû aliyan heye.

Divê li beramberî van êrişan helwesteke niştimanî were nîşandan.”

Tevgera Goran: Divê sînorek ji dewleta Tirk re were danîn

Bi heman armancê Tevgera Goran jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişa li Zaxoyê weke binpêkirina serweriya Iraqê hat binavkirin û bang li rayedarên Iraqê hat kirin ku sînorekî ji dewleta Tirk re deynin.

KNK: Ev komkujî encama bêdengiya li hember sûcên Tirkiyê ye

Kongra Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî li dijî êrişê helwest nîşan da.

KNK’ê got;

“Ji ber bêdengiya raya giştî ev komkujiyê pêk hatiye.

Artêşa Tirk di operasyonên xwe de çekên kîmyewî jî bi kar tîne.”

Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan: Divê hikumetên Iraq û Başûr xwedî helwest bin

Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan jî komkujî şermezarkir û xwest hikûmetên Iraq û başûrê Kurdistanê li dijî binpêkirinên dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Her wiha got;

“Divê civaka navdewletî û aliyên peywendîdar sînorekî ji dewleta Tirk û sûcên wê yên li Başûrê Kurdistanê re deynin.”

Rayedarên PDK’ê qet behsa Tirkiyê û pêkanîna wê a komkujiyê nakin

Piştî van helwestên aliyên Kurd û yên Iraqî li dijî komkujiyê û êrişa Tirkiyê, li çav li rê bû ku rayedarên Başûrê Kurdistanê jî heman helwestê nîşan bidin.

Lê belê, ji ber ku sûcdar dewleta Tirk e, ti helwestên cidî nîşan nedan û ne jî dewleta Tirk berpisê komkujiyê dîtin.

Her çiqas Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê wê Mesrûr Barzanî daxuyanî dan jî, lê qet behsa dewleta Tirk û berpirsyariya wê nekirin.

Back to top button