Rêxistina Sara bi daxuyaniyekê kuştina jîna Mehsa Emînî şermezar kir

Hêrs û çalakiyên li dijî kuştina jina Kurd Mehsa Emînî ji aliyê hêzên rejima Îranê ve, dewam dikin. Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kuştina jina Kurd Jîna Amînî û kuştina jina Ermen Asuh Apetyan şermezar kir. Rêxistinên jinan diyar kirin bi yekîtî û têkoşîna jinan wê hesabên van êrişan bên pirsîn.

Li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî li ser destê hêzên Rêjîma Îranê û kuştina jina Ermenî Asuh Apetyan li ser destên Hêzên Azerî, rêxisitnên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşan dan.

Li Kobanê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi daxuyaniyekê kuştina Jîna Amînî ermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li komeleyên mafên mirovan û rêxistniên navneteweyî hate kirin ku li hember sûcên kuştina jinan bisekinin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya banga darizandina kujerên jîna Emînî kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin sûcê ku dewleta Îranê kiriye nîşaneya paşguhkirina jinan û mafên wan û şerê li dijî wan e.

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya dawiya daxuyaniya xwe de got, “Em ê Ii dijî hemû hêzên tarî û zordest têkoşîna xwe dewam bikin û piştgiriya hemû jinan bikin.”

Nivîsgeha Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jî bi daxuyaniyekê kuştina Jîna Amînî û jina Ermen Asuh Apetyan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ev sûcên li dijî jinan, asta binpêkirinên hovane û qirkirineke sîstematîk ên hikumet û dewletên zordest li dijî jinan nîşana dide.

Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo rawestandina van sûcan bikeve tevgerê û sûcdar werin darizandin.

Kongra Star li Helebê kuştina jîna Emînî şermezar kir

Li Helebê jî Kongra Star bi daxuyaniyekê kuştina Jîna Amînî şermezar kir.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de tekez kir ku bersivdayîna guncaw a kuştina jinan, yekkirina têkoşîna jinan, derketina kolanan û hesabxwestina ji sûcdara ye.

Kongra Star bang li rêxistinên navneteweyî, aliyên hiqûqî, NY û rêxistinên jinan kir ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin û sûcên li dijî jinan rawestînin.

Back to top button