Hefteya bê wê mazot li koçberên Girê Sipî bê belavkirin

Rêveberiya Sotemeniyê ya Meclisa Kantona Girê Spî dê hefteya bê mezotê li koçberên Girê Spî belav bike. 

Hevseroka Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî Ezîze El Hesen li ser mijarê axivî..

Ezîze El Hesen dibêje : ”

Rêxistinên mirovî bersivdayîna daxwaz û bangewaziyên me yên belavkirina pêdiviyên zivistanê dereng xist.

Li ser wê yekê me bernameyek ji bo gelek malbatên li kampê amade kir ..

Û me pêşkêşî Meclisa Kantona Girê Spî kir da ku mazotê li koçberan belav bikin.”

Rêveberiya Sotemeniyê ya Meclisa Kantona Girê Spî tekez kir ku ew ê mazotê hefteya bê li koçberan belav bikin.

Ji koçberên li kampê Elî El Yehya axivî û got :

“Heta vê kêliyê tevî sermayê jî wan tu pêdiviyên zivistanê wernegirtine.

Divê pêdiviyên zivistanê bi lez werin belavkirin..”

Koçber Salih El Şewax jî bang li Rêveberiya Xweser kir ku bersivê bidin xwestekên wan û pêdiviyên zivistanê pêşkêş bikin..

Back to top button