Qamişlo-şaredarî pirsgirêkên kanalîzasyonê çareser dike

Li gundên Qamişloyê pirsgirêkên kanalîzasyonê hene.
Şaredariye eşkere kir ku çareserkirina vê pirsgirêkê yek ji planên wan ên îsal e.

Ji ber tunebûna torên kanalîzasyonê, bi dehan malbatên li gundên derdora bajarê Qamişloyê, cihokan bi kar tînin.

Yek ji wan gundan, gundê Navkurê ye.

Şêniyên gund ji ber bêhna ji cihokan derdikeve û belavbûna nexweşiyan, zehmetiyan dikişînin.

Jina bi navê Sûriya Hec Hemo bang li Şaredariya Gel a Qamişloyê kir ku xetên kanalîzasyonê li gund deyne.

Welatiya bi navê Edûla Hec Ebdî jî da zanîn ku ev yek nexweşiya laşmanyayê belav dike.

Meşhûr Dokeş ew jî ku ji heman gundî ye bang li Şaredariya Gel kir ku pirsgirêkê çareser bikin.

Serokê Beşa Lêkolînan a Şaredariya Gel a Qamişloyê Hesen Hisên li ser bangên gel ev got:

Çareserkirina pirsgirêka kanalîzasyonê ya li gund yek ji projeyên wanin.

Hesen Hisên anî ziman ku ji bo projeya kanalîzasyonê ya li gundê Nîmetlî û Navkurê derdora 11 hezar dolar hatiye veqetandin.

Di Nîsan û Gulana bê de dê dest bi projeyê bikin.

Back to top button