Aktîvîstên Başûr: Bi azadiya Rêber Ocalan mirovahî azad dibe

Aktîvîstên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku azadiya Rêberê Apo azadiya destpêka jiyanek azad a ji bo gelên herêmê û mirovahiyê ye.

Di 15’ê Sibata 1999’an di encama komployek navneteweyî de Rêber Apo dîl hate girtin û ev 24 salin di girtîgeha Îmraliyê de ye.

Li ser armanca vê komployê Aktîvîstên Başûrê Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivîn.

”Divê CPT dijî eşkenceyê daxuyaniyê bide”

Aktîvîsta Civaka Sivîl Bêrîvan Bergareyî diyar kir ku gelek welat tevlî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan bûne û wiha got:

“Wiha difikirîn ku wê bi vê komployê navneteweyî xebata rizgarîxwaz a gelê Kurd tine bibe. Lê nizanin ku Rêber Ocalan di girîtgehê de jî têkoşîna xwe dike.

Bêrîvan Bergareyî destnîşan kir ku divê rêxistina CPT li dijî êşkenceyê daxuyaniyê li ser jiyana Rêber Ocalan bide. Em tevahî gelê kurd benda vê yekê ne.

Divê hemû kurd li dijî tecrîdê têbikoşin û dengê xwe bilind bikin.”

Newroz Fazil: Azadiya Rêber Apo azadiya jiyanek nû ye

Aktîvîstê Siyasî Newroz Fazil jî bal kişande li ser tecrîda li dijî Rêber Ocalan û wiha got:

“Nêrîn û projeyên Rêber Apo ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo hemû kurdan, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê projeyên çareserî û morovî ne.

Fikrê Rêber Apo di çarçoveya civaka demokratîk de ye.

Qala jiyana bi hev re ya gelan dike.Di van projeyan de çareseriya giştî heye.”

Newroz Fazil sedema israrkirina hêzên komploger di tecrîdê de wiha nirxand:

Bi girankirina tecrîdê dixwazin Rêber Ocalan ji civakê qût bikin.

Lê fikir û felsefeya Rêber Apo di nava civaka Kurd, xelkê azadîxwaz û akademîsyenan de belava bûye. Ew nikarin me fikrê Rêber Apo qutbikin, ji ber Azadiya Rêber Apo em azadiya xwe dibînin, azadiya jiyaneke nû dibînin, emê li ser esasê fikrê wî têbikoşin.”

Back to top button