Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Romayê civîna çapemeniyê li dar xist.
Delegasyonê diyar kir ku dewleta Tirk xala 3’yemîn a DMME’yê binpê dike û got:
“Divê CPT tevî Tirkiyeyê jî raporê eşkere bike.”
Di 24-29’ê Çileyê de li Stenbol û Amedê Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê bi partiyên siyasî û saziyên sivîl re hevdîtin kir..
Piştî vê yekê bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê re li Federasyona Çapemeniya Îtalyayê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.
Rayedarên Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê têkîldarî rewşa Rêber Ocalan axivîn.
Piştre endamên delegasyonê nêrînên xwe anîn ser ziman.
Ji Koma Navnetewî ya Destwerdana zagonî (CRED-GIGI) Herta Manentî axivî û got:
Pirsgirêka bingehîn a pergala hiqûqê ew e ku dadgeh ji hikûmetê ne serbixwe ye.
Manentî, fikarên xwe yên li ser berfirehkirina modela Îmraliyê ya li ser girtîgehên Tirkiyeyê jî anî ziman.
“CPT divê tevî Tirkiyê jî raporê eşkere bike”
Li hêleke din Mîchela Arrîcale diyar kir ku CPT divê di zûtirîn demê de rapora xwe eşkere bike.
Sekreterê Neteweyî yê Komeleya Partîzanên Neteweyî ya Îtalyayê Fabrîzîo De Sanctîs jî got:
“Divê mirov li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têbikoşe..
Ji ber ku tecrîd li hemû gelê Kurd tê kirin. ”
Parêzerê Projeya Mafên Mirovan Cosîmo Alvaro jî dibêje :
“Ew li ber pêkanînên dewleta Tirk ên li ser girtiyên siyasî û malbatên şehîdan matmayî mane..”
“Li ser xerakirina dozan wê konferans bê lidarxistin”
Nûnerê Yekîtiya Parêzeran a Demokratîk Cesare Antetomaso ji aliyê xwe ve axivî..
Antetomaso da zanîn ku ji bo behskirina xerakirina dozan ji aliyê dewleta Tirk ve, wê di demeke nêz de konferansek bê lidarxistin ..
Antetomaso da xuyakirin ku divê mirov zorê bide CPT’yê ku rapora xwe ya li ser Tirkiyeyê bi gel bide zanîn ..
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Veavabûnê Maûrîzo Acerbo got :
“Wêrekiya Erdogan ji bêdengiya Ewropayê tê..”
Delegasyonê di dawiyê de her kes vexwend meşa 11’ê Sibatê ji bo Rêber Abdullah Ocalan li Strasboûrgê bê kirin.



