“Gef û êriş metirsiyeke gelekî mezin e”

Hêzên Suryanî, Asûrî û Ermen ên li dijî êrîşên dagirkeriyê helwesta xwe eşkere kirin.
Hêzên leşkerî destnîşan kirin ku amadekariyên wan ên ji bo berxwedanê wê dijmin têk bibin.

Êriş û gefên dewleta Tirk a qirker li ser Bakur û Rojhikatê Sûrî taybet Rojava dewam dikin.

Li dijî vê yekê jî nerazîbûna hene.

Hêzên Suryanî, Asûrî li ser amadekariyên xwe yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên gengaz ên dewleta Tirk re nirxandin kirin.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Matay Henna û Fermandarê Meclîsa Parastinê ya Xabûrê ya Asûrî Nebîl Werde nirxandin kirin.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Matay Henna diyar kir ku Dewleta Tirk hewl dide operasyoneke nû ya leşkerî destpêbike.

Ev hemû ji bo Suryaniyan û gelên li herêmê hemûyan metirsiyeke mezin e.

Ev gefên êrîşê jiyana hemû pêkhateyan dixe nava metirsiyê. ”

“Li hember çi êrişên gengaz em amadekarî dikin”

Matay Henna destnîşan kir ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên gengaz ew amadekariyên xwe dewam dikin û got:

“Li hemberî operasyoneke dagirkeriyê ya gengaz a dewleta Tirk em bi baldarî tevdigerin

Weke hêz û şervanên gelê Suryanî em ê bersivê bidin.

Em amade ne ku destketiyên Rêveberiya Xweser biparêzin.”

“Dagirker hewl didin Asûriyan koçber bikin”

Fermandarê Meclîsa Parastinê ya Xabûrê ya Asûrî Nebîl Werde jî anî ziman ku gefên ji bo dagirkirinê rewşeke nû nîne û got:

“Dewleta Tirk dema ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî herêmê kir, li ser gelê Asûrî metirsiyeke mezin hebû.

Ev gefên dagirkeriyê jî li ser gelên Asûrî û Suryanî, li ser hemû gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê metirsî ye.”

“Amadekariyên me berfireh in”

Nebîl Werde tekez kir ku ew amadekariyên xwe dikin û wê ê li ber êrişan rabin.

Amadekariyên me berfireh in.

Em ê dewleta Tirk a ku êrîş bike bi rengekî giran têk bibin.

Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin û xaka xwe biparêzin.

Back to top button