Li Japonyayê hejmara windahiyan gihişt 78’an

Li eyaleta Işîkawa yê rojavayê Japonyayê û Nîvgirava Notoyê ji ber erdhejê kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 78’an.

Valîtiya Eyaleta Îşikawa ragihand ku erhejên li heremê pêk hatiye 78 kes jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 300 birîndar tedawiyê dibînin.

Li tevahiya eyaletê 165 dibistan xisar dîtiye.

Li aliyê din jî 30 hezar kes jî ji bo xwe ji erdhejê biparêzin li dibistan û salonên sporê bicîh bûne.

Hat diyarkirin ku li tevahiya heremê aqubeta 50 kesan nayê zanîn.

Rayedaran hişyar dikin ku li Nîvgirava Notoyê ji ber barîna baranê xeteriya şemîtîna axê heye.

Hate tekezkirin ku 2 hezar personelên Hêzên Xweparastinê yên Japonyayê ku sewqî herêmê hatine kirin, beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne

Û helîkopterên hêzê jî ji bo peydakirina malzemeyên pêwîst hatine bikaranîn.

Hate diyarkirin ku keştiya veguhestinê ya Hêzên Xweparastinê dê ji bo xebatên paqijkirina mayînan li bendera bajarê Wacîma maşîneyên giran ên ku hilgirtiye heremê bihêle.

Li Japonyayê hejmara miriyan gihişt 62’yan

Back to top button