Li Japonyayê hejmara miriyan gihişt 62’yan

Roja ewil a sala 2024’an piştî nîvro bi mezinahiya 7,6 erdhej çêbûbû.
Ji vê rojê ve hejmara miriyan zêde dibe û her wiha ziyan digihêje mal û milkên xelkê.
Nûçeyên di çapemeniya Japonî de tê destnîşankirin ku bi deh hezaran avahî hilweşiyan e.
Li gorî bîlançoya nû 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 jî kes birîndar bûn.

Li Japonyayê ji ber çiyayên volkanîk û xetên şikestî hene, cih bi cih erdhej rû dide.

Her wiha bi hezaran avahî, wesayît û keştî xisar dîtin.

Rayaderan derbarê vê yekê de hişyarî dan dibe ku erdhejên zêde çêbibin.

Roja ewil a sala 2024’an piştî nîvro bi mezinahiya 7,6 erdhej çêbûbû.

Ji vê erdhêjê herî zêde parezgeha Ishikawa û herêmên nêzî wê hejiyan.

Li gorî rayedarên bajarê Ishîkawa 62 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di erdhêjê de zêdeyî 300 kes birîndar bûn ku rewşa 20 ji wan giran e.

Bi deh hezaran avahî hilweşiyane

Her wiha rayadaran diyarkirin ku xisarên li malan çêbûne pir mezine, bo vê nikarin demildest li ser tespîtek bikin.

Nûçeyên di çapemeniya Japonî de tê destnîşankirin ku bi deh hezaran avahî hilweşiyan e.

Li hin herêman xizmetên av, kehrebe û telefon nikarin werin dayîn.

Xelkê heremê jî ji ber vê rewşa metirsîdar xemginiya xwe tînin ziman.

Agirkûj, polîs û artêş xebatên lêgerînê bi lez dan destpêkirin.

Li aliyek din ji ber şemîtîna axê hin rêyan hatiye girtin û hin taxên heremê jî jê bandor bûne.

Di nava 24 saetan de ji sedî zêdetir hejandin pêk hat

Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishîda daxuyaniyek da û got:

“Artêşa Japonyayê ji bo tevlî xebatên lêgerînê bibin li heremên erdhej çêbûyî hezar leşker hatine erkdarkirin.

Pêşîn erka me jiyana mirovan rizgar bikin û li hemberî demê şer dikin.”

Dema serokwezîrê Japonî daxuyanî dida bi mezinahiya 5.6 erhêj çêbû.

Li herêmê di nava 24 saetan de ji sedî zêdetir hejandin pêk hat.

Li aliyek din rayedaran ragihandin santralên nûkleerî yê heremê bi awayekî normal dixebitin.

Di erdhejên li Japonyayê de 48 kes mirin

Back to top button