Di erdhejên li Japonyayê de 48 kes mirin

Li gor daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), duh li Nîvgirava Noto û li peravên Işikawayê li rojavayê welêt gelek erdhejên bi pileya 5 heta 7’an çêbû.
Di 2’ê Çileyê de li gorî saeta herêmî saet 10.17’an li peravên Nîvgirava Notoyê erdhejeke din a bi mezinahiya 5,6 pêk hat.
Di erdhejên Japonya û li peravên Nîvgirava Noto ya li vê herêmê pêk hatin de 48 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Duh li Nîvgirava Noto û li peravên Işikawayê a li rojavayê Japonyayê gelek erdhejên bi pileya 5 heta 7’an çêbû.

Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) hişyariya tsunamiyê peravên Ishikawa jî di nav de li seranserê herêmê hatiye rakirin.

Hat ragihandin ku ji ber şewata li bajarê Wajima ya li Nîvgirava Notoyê ku piştî erdhejê rêyên ku lê rûxiyane, nêzî 200 avahiyên li derdorê zirar dîtine.

Hat diyarkirin ku şewat danê sibê hatiye kontrolkirin.

Di dîmenên televîzyona dewletê NHK de, avahiyek 7 qatî ya li Wajima li kêlekê qelîbî hatiye dîtin.

Walîtiya Îşikawayê ragihand ku ji ber erdhejên li herêmê 48 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku li tevahiya herêmê nêzî 50 hezar kes hatin tehliyekirin û 14 kes jî li deverên cuda di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê ne.

Li tevahiya herêmê nêzî 50 hezar kes hatin tehliyekirin

Hat ragihandin ku li seranserê eyaletê li 19 saziyên tenduristiyê ceyran qut bûye, di heman demê de refên hilberan ên li market û firoşgehan jî vala bûn.

Serokwezîr Kişîda Fumio, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ketina herêmên bakurê Nîvgirava Notoyê ji bo çûn û hatina herêmê gelekî zehmet buye.

Kişîda Fûmîo, diyar kir ku hikûmeta navendî amadekariyên bikaranîna keştiyan ji bo gihandina amûrên alîkariyê ji herêmê re dike û got:

“Her ku dem derbas dibe, bandora felaketê zêdetir xuya dike.

Rizgarkirina jiyanê pêşbirkek li dijî demê ye.”

Hokuriku, ku xizmeta herêmê dike, ragihand ku di gelek seferên li ser xetên trêna bilez de heta 11 saetan derengî çêbûye.

Hat diyarkirin ku seferên trênê yên ji bo stasyona Kanazawa ya li navenda Îşikawayê heta nîvro hatiye sekinandin.

Di meha Gulanê ya 2023’an de jî li eyaleta Istikawa erdhejeke bi pileya 6,3 pêk hatibû û di encamê de kesek miribû û 49 kes jî birîndar bûbûn.

Li Japonya piştî erdhejê hişyariya tsunamî hate kirin

Back to top button