Li Japonyayê bi pileya 7,6 erdhej pêk hat û piştî wê jî hişyariya Tsunamî hate kirin.
Roja duşemê (îro)li herêma Noto ya girêdayî eyaleta Ishikawa ya Japonyayê bi pileya 7,6 erdhej pêk hat.
Piştî erdhejê di tv û dezgehên ragihandinê de bang li gel hate kirin ku bi lez û bez ji malên xwe derkevin û herin ser cihên bilind.
Her wiha piştî erdehejê hişyariya pêkhatina Tsunamiyê jî hate kirin.
Derbarê encamên erdhejê de heta niha daxuyanî nehatiye dayîn.
Di meha Gulanê a 2023’an de jî li eyaleta Istikawa erdhejeke bi pileya 6,3 pêk hatibû û di encamê de kesek miribû û 49 kes jî birîndar bûbûn.
Di 11’ê Adara 2011’an jî li Japonyayê erdhejeke bi pileya 9,0 pêk hatibû û piştî wê jî Tsunamiyê lêxistibû.
Di encamê de 18 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran kes jî cih û warên xwe bibûn.



