Li Cîhanê peyamên sersala nû

Gava ku cîhan ket sala 2024-an, gelek serok dewletan jî di demjimêrên paşîn ên 2023-an de peyamên xwe yên sala nû bi raya giştî re parve kirin.

Ji welatên cîhanê peyamên sersala nû hat dayîn.

Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy di axaftina xwe de pesna “berxwedana” gelê xwe da.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi kurtasî behsa şer kir û bal kişand ser “yekîtiya” welatê xwe.

Zelenskiy: Emê li hember êrîşên Rûsya li ber xwe bidin

Zelenskiy di peyama xwe ya sersalê de domandina şer kir û wiha got:

“Encama sereke ya salê, destkeftiya wê ya sereke ew e ku Ukrayna bi hêztir e.

Dijmin çiqas roketan biavêje yan jî bitirsîne û êrîşan bike jî emê dîsa jî li ber xwe bidin.”

Putin: Em yek welat, malbatek mezin in

Serokê Rûsyayê Pûtîn bêyî ku navê Ukrayna an jî “operasyona leşkerî ya taybet” bilêv bike, leşkerên rûsî weke “qehremanên me” bi nav kir.

Pûtîn di axaftina xwe ya 4 deqîqeyan de wiha got:

“Me ji carekê zêdetir îspat kir ku em dikarin pirsgirêkên herî dijwar çareser bikin û tu carî paşve neçin, ji ber ku tu hêz nikare me ji hev cuda bike.

Em yek welat, yek malbatek mezin in.”

Macron: Dê bibe sala başbûn û serbilindiyê

Serokomar Macron di axaftina xwe ya televîzyonê de got,

“Welatek sedsalê carekê mazûvaniya Lîstikên Olîmpîk û Paralîmpîk dike û di hezar salan de tenê carekê katedralek ji nû ve ava dike.

2024 dê bibe sala biryardarî, hilbijartin, başbûn û serbilindiyê.

Bi rastî ew ê bibe sala hêviyê”

Serokê Çînê Şî Cînping jî di peyama xwe ya sersalê de bal kişand ser rewşa aborî û anî ziman ku li Çînê hin karsaz di ‘demên dijwar’ re derbas dibin.

Serokwezîra Almanyayê Olaf Scholz di axaftina xwe ya sersalê ya ku li televizyonê hat weşandin de bal kişand ser vê yekê ku cîhan bi lez û bez diguhere û got,

“Ji ber vê yekê divê em jî biguherin û ev guhertin gelek ji me xemgîn dike.”

Scholz diyar kir ku ji bo vê guhertinê pêwîstî bi her kesekî li welat heye û got ku ew dizanin ku zêdebûna krîz û pevçûnan di nava gel de nîgeraniyê çêdike û got,

“Di heman demê de ez dizanim ku em ê li Almanyayê vê yekê derbas bikin.

Sersala nû li Zelanda û Awusturalya bi coş hat pîroz kirin

Back to top button