Rêzan Şêx Dîler: Bi awayekî aşkere çekên kîmyewî bi kar tîne

Parlementera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dîler diyar kir ku heta qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê li ber Tirkiyeyê neyê girtin, em ê xebatên xwe bidomînin.
Endama Polîtburoya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Nîştiman Kemal jî diyar kir ku wan bi navê jinên azad li dijî firîna balafir û dronên dewleta Tirk û Îranê dest bi kampanyayekê kirine.

Tirkiyeyê di 17’ê Nîsanê de li dijî Gerîla êrîş dabûn destpêkirin.

Tirkiye heta niha tu encam bi dest nexistine, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir.

Li gel vê bertekên li dijî êrîşên Tirkiyeyê jî zêde dibin.

Beriya demekê komek jin ku ji pêkhateyên cuda yên Iraq û Başûrê Kurdistanê li dijî vê yekê kampanyek destpêkirin.

Derbarê vê yekê parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dîler e axivî..

Rêzan Şêx Dîlerê anî ziman ku bikaranîna çekên kimyewî ne qanûnî ye û got :

Hêza Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tune ye ku êrîşên dewleta tirk bidin sekinandin..

Ev gelek zelal û berçav e.

Kî piştgiriyê bide van êrîşan û van êrîşan qebûl bike ew xiyaneta herî mezin li neteweya xwe û gelê xwe dike.

‘Li her çar perçeyan em kampanyê bidin destpêkirin’

Şêx Dîlerê bal kişand ser kampanyaya îmzeyan û got :

Ev kampanya ne tenê bi Başûr re, em ê li her çar perçeyan bidin destpêkirin.

Armanca me ew e ku Neteweyên Yekbûyî û parlementoya Ewropayê bi awayekî lezgîn van êrîşan bidin sekinandin.

Heta ev daxwazên me pêk neyên û em negihîjin armanca xwe, em ê xebatên xwe bidomînin.”

“Divê NY’yê êrişên li ser xaka Başûr qedexe bike”

Di 26’ê Cotmehê de hejmarek jinên aliyên siyasî yên li Iraqê jî kampanyak da destpêkirin ..

Endama Polîtburoya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Nîştiman Kemal got :

Balafirên dewleta Tirk sivîlan hedef digire û gundan wêran dike..

Pêwîste civaka navneteweyî li ser bikaranîna çekên kîmyawî dengê xwe derbixe.

Back to top button