Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kirin ku ew amade ne bersiva êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bidin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Şervanê bi vanê Nebîl El Hîlal diyar kir ku çeteyan tevgera xwe li gund û eniyên li hember hêzên meclisê zêde kirin.
Nebîl El Hîlal got:
“Çeteyan bi awayekî balkêş tevgera xwe li eniyên li hember me zêde kirine.”
El Hîlal soz da ku ew ê destkeftiyên herêmê biparêze û bersiva her êrişên li ser herêmê bidin.