8’ê Adarê Roja Jinê a Cîhanî

Di 8’ê Adarê Roja Jinê a Cîhanî de, li seranserê cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
Li welatên Asya jinan di nava dorpêça polîsan de dengê xwe bilind kirin û daxwaza mafê xwe kirin.
Taybet li Tirkiyê careke din rastiya zîhniyeta rejîmê derket holê.
Polîsan careke din bi tundî û êrişan bi ser jinan de çûn.
Li Ewropa jî jin li qadan bûn.

Îsan jinan 8’ê Adarê Roja Jinê a Cîhanî bi çalakiyên curbecur pîroz kirin.

Di dema li hinek welatan meşên girseyî pêk hatin de, li hinekan jî jinan di nava dorpêç û zexta polîsan de ev roj pîroz kirin.

Li Tirkiyê jinan guh neda qedexeyan

Ev der bajarê Stenbol yê Tirkiyê ye.

Careke din bi sedan polîsan dor li jinan girtin.

Jinên ji bo mafê xwe daketin qadê, guh nedan zextan û meşiyan.

Li Tirkiyê polîsan di Roja Jinê a Cîhanî de êrişî wan kir

Polîsên rejîma Tirkiyê careke din êrişî jinan kir.

Jinan jî bê navber diruşmeyên “hikumet îstifa” gotin.

Li Srî Lanka jinan di nava dorpêçê de 8’ê Adarê pêşwazî kirin

Li paytexta Srî Lanka Colombo jî rewş heman bûn.

Jinên ji bo mafê xwe daketin qadan, di nava dorpêça polîsan de man.

Jinên li Endonezya daxwaza mafê xwe kirin

Ev der jî paytexta Endonezya Jakart e.

Jinên li vir careke din nîşanî rêveberiya welat dan ku ewê dest ji mafên xwe bernedin.

Li Filîpînê di nava dorpêçê de 8’ê Adarê hat pêşwazîkirin

Jinên Fîlîpînî jî bi zextên polîsan re rûbirû man.

Li Almanya jin ji bo wekheviyê meşiyan

Li Ewropa jî çalakiyên 8’ê Adarê bi rengên cuda hatin pîrozkirin.

Li paytexta Almanya Berlînê jî jinan ji bo wekheviya zayendî meşek girseyî lidar xistin.

Li Parîsê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Jinên li paytexta Fransa Parîs jî çalakiyek rengînî bo 8’ê Adarê lidar xist.

Li Londonê jinan bi cil û bergên sor meşiyan

Xwepêşander li Londonê bi cil û bergên ku ji roman û rêzefîlma televizyonê ‘Çîroka desteseriyê’ îlhama xwe didan meşiyan.

Di meşê de, peyama piştevaniya bo jinên li Îranê hate dayîn.

Back to top button