Waşingtonê cezayên nû li Îranê birî

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihandi ku wan ceza li ser şirketên ku bi Parazvanên Şoreşê yê Îranê re hevkariyê dikin sepand.

Waşîngton bi vê pêngavê hewl dide bernameya mûşekî û balafirên bêmirov ên Îranê bandor bike.

Ev ceza di demekî de ye ku Îran dibêje, ew êdî girêdayî bendên biryara 2231 ya li ser pêşxistina mûşekên balîstîk û balafirên bêpîlot namîne.

Îran û Amerîkayê di sala 2015’an ve li ser peymana nukleerî li hev kirin.

Ev peyman Gulana 2018’an ji aliyê Serokê wê demê yê Amerîka Donald Trump ve hate têkbirin.

Rêveberiya Tehranê piştî vê helwestê, bi zêdekirina uranyûmê re bertek nîşan da.

Ev yek jî dibe sedema ku Amerîka cezayên xwe yên li ser Îranê hîn dijwartir bike.

Back to top button