Almanya bi dizî neftê ji Rûsyayê dikire!

Almanaya ya di êrişa Rûsya ya li ser Ukraynayê de, alîgiriya Kîevê dike, bazirganiya xwe ya neftê li gel Moskow didomîne.
Çapemeniya Almanaya dibêje, ji bo xebitandina refîneriya Berlîn pê sotemeniya xwe peyde dike, bi dizî neftê ji Rûsyayê dikire.

Li gor nûçeyên çapemeniya Alman, Almanya ji bo xebitandina rafîneriya Berlîn pê sotemeniya xwe peyde dike, bi dizî neftê ji Rûsyayê dikire.

Ji serdema komunîzmê ta bi niha rafîneriya PCK ya Berlînê ya li Schwedtê, di ser xeta boriyên neftê ya Droûschbayê re girêdayê Rûsyayê ye.

Ev rafînerî ji bo peydakirina sotemeniyê ji paytextê re, gelek giring e.

Ji wê boneyê ji bo xelaskirina xwe ji danekirinên Ewropayê tê ragihandin ku neft ji Kazakistanê tê kirîn.

Berlîn ku rû bi rûyê zehmetiyeke wiha bû, kir ku boykota Ewropayê ta meha Hezîranê sist bibe.

Teknîsyen dibêjin ku refînerî ji xeynê nefta xam a Rûsyayê bi tu neftê naxebite.

Lê diyar e ku ji hingê ve tu guherîn nîn e.

Li gor medyaya Alman, Berlîn stendina sotemeniyê ji bo PCK’ê ji der ve tê, dike ku ji Kazakistanê bê stendin û ji danekirinên Ewropayê xwe xelas dike.

Back to top button