Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Wîfaq bi piştgiriya çeteyên ji Sûriyê agirbestê binpê dike

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, ragihand ku çekdarên Wîfaqê bi piştgiriya çeteyên ji Sûriyê agirbesta heyî binpê dikin.

Fermandarekî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xalid El-Mehcûb ragihand ku çekdarên girêdayî hikûmeta Wîfaqê agirbesta heyî binpê dikin.

Xalid El-Mehcûb got ku çekdarên Wîfaqê bi hawanan êrîş Terablusa paytext kir û li dijî hêzên artêşa Niştimanî jî êrîş pêk anîn.

El-Mehcûb teqez kir ku di êrîşên Wîfaqê li ser Terablusê jinek jiyana xwe ji dest da.

Fermandar Xalid El-Mehcûb destnîşan kir ku di şeran de çeteyên ku ji Sûriyê bi riya Tirkiyê hatine şandin piştgirî dan çekdarên Wîfaqê.

Ev êrîş jî piştî çend seatan tê ku Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî biyar dabû ku agirbesteke dayîmî li Lîbyayê pêk were.

ŞERÊ LI LÎBYAYÊ
CEZAYÎR Û YÛNANISTAN DESTWERDANA DERVE LI LÎBYAYÊ RED DIKIN

Ji bo nîqaşkirina rewşa Lîbyayê jî, Wezîrê Karê Derve yê Cezayîrê, Sebrî Bûqidûm, berê xwe da Yûnanistanê û bi mepîşeyê xwe Nîkûs Dendiyas re rûnişt.

Her du aliyan jî destwerdana derve li Lîbyayê red kirin.

Back to top button