Besê Erzîncan: Berxwedana me jinan ku di 8’ê Adarê dest pê kir her sal mezin dibe

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ji bo geşkirina pêngava ‘Bi jin, jiyan û azadî ve ber bi şoreşa jinan ve’ bang kir.
Besê Erzîncan got “Divê jin nehêlin ku Erdogan were hilbijartin, divê jin rêveçûna siyasetê biguherîne.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bersiv da pirsên ajansa ANF’ê.

Besê Erzîncan di serî de 8’ê adarê roja berxwedan û azadiyê ya Rêbertiya me, ya jinan pîroz kir û got:

“Berxwedana me ya jinan a ku di 8’ê Adarê de dest pê kir û li hemû dera jiyanê belav bû, her sal mezin dibe.

Berxwedana me îro li ser hîmê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ne bi tenê rê li ber jiyana wekhev û azad vedike.

Di heman demê de li dijî hemû neheqî, newekheviya ku ji aliyê pergala serdest a mêr ve hatine afirandin li ber xwe dide.

Serhildanên jinan karekterekî gerdûnî wergirtiye û veguheriye serhildanên ku hemû beşên civakî beşdarî serhildanên jinan dibin.”

Besê diyar kir ku Rêbertiya me li ser esasê azadiyê gotina jin û jiyanê aniye ba hev..

Li ser vê bingehê em ê giraniya xwe bidin xebatên li ser bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me.

Besê Erzîncan destnîşan kir ku rol û xebateke girîng a tevgerên jinan ev e ku ji bo pêkanîna guhertin û veguhertina karekterê mêrên serdest e.

Girîng e ku jina rêxistinkirî karibe mêrê heyî perwerdee bike û veguherîne.

Di şexsê jin û mêrên azad de wê bingehên jiyana nû û azad were afirandin.

“Em ê polîtîkayên dewletê teşhîr bikin”

Derbarê zextên dewletê yên li Îran û Rojhilatê û berxwedana jinan, şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Besê ev nirxandin kir..

Dewleta Îranê bi polîtîkayên hovane dixwaze daxwazên azadiyê yên jin û gelan bi temamî bitepisîne.

Weke jin em ê van pêkanînên dewleta Îranê li hemû cîhanê teşhir bikin.

“Divê jin pergala xwe ya xweser a xurt ava bike”

Şoreşa jinê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşket, wê hîn zêdetir pêş bikeve.

Divê xebatên komun, meclîs, akademî û kooperatîfên jinan bên pêşxistin.

Divê bikaribe pergala xwe ya bi hêz ava bike.

Besê Erzîncan dawiya nirxandinên xwe de ev peyam da ..

Em ê sedsala 21’an bikin sedsala şoreşên jinan.

Em ê bi pêkanîna formula azadiya ”JIN JYAN AZADI” jiyana azad ava bikin.

Em ê sala 2023’yan bikin sala azadî û berxwedanê û teqez em ê bi ser bikevin.”

Back to top button