HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerilayên di cih û demên cuda de şehîd bûne eşkere kir. HPG anî ziman ku Hevrê Yaşar Botan, Şevger Semsûr û Arjîn Sarya bi wêrekiyeke mezin heta dawiyê li dijî dijmin şer kirin û bi fedaîtî ber bi şehadetê ve meşiyan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya, 3 gerilayên li Eyaleta Dêrsimê di demên cuda de şehîd bûyîn eşkere kir.

HPG’ê da xuyakirin ku fermandarê Eyaleta Dersimê hevrê Yaşar Botan, endamê Fermandariya Eyaleta Dersimê Şevger Semsûr û hevrê Arjîn Sarya li eyaleta Dêrsimê ku bi qehremanî li dijî dijmin şer kirin û bi fedayî şehîd bûn û got:

Li Dersimê têkoşîna azadiyê wê her tim dewam bike û hesreta pîroz a şehîdên me yên ezîz wê teqez pêk were.

HPG: Arjîn bi kesayeta xwe ya wêreker ji hevrêyên xwe re bû mînak

HPG’ê derbarê kesayeta Hevrê Arîn Botan de ev nirxandin kir:

Hevrêya me Arjîn li nava malbateke welatparêz a ji Şirnexê, li Antalyayê ji dayik bû.

Li dijî siyaseta qirkriinê ya dijmin baweriya xwe bi wê yekê anî ku têkoşîna herî bi bandor li çiyayên Kurdistanê bi gerîlatiyê tê dayin û sala 2014’an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Arjîn di demeke kurt de ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û bû gerîlayeke şareza.

Lewma bi vî rengî weke gerîlayeke YJA Starê bû mînak ji hevrêyên xwe re.

Her gavê bi hevrêyên xwe re parve kir ku parastina xeta azadiya jinê bi hîskirin û jiyana bi Rêbertî dibe.

Agahiyên li ser nasnameya her 3 gerîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Yaşar Botan
Nav paşnav: Osman Manak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Cahîde
Navê Bav: Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Adara 2023 / Dersim
Nasnav: Şevger Semsûr
Nav paşnav: Zeynal Kuçuk
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Navê Dayik : Hayriye
Navê Bav: Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Kanûna 2022 / Dersim
Nasnav: Arjîn Sarya
Nav paşnav: Şehrîban Tekmenuray
Cihê jidayikbûnê: Antalya
Navê Dayik: Fatma
Navê Bav: Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Kanûna 2022 / Dersim
Back to top button