Li Îranê jehrîbûna xwendekarên keç!

Mijaran jehrîkirina xwendekarên keç li Îranê hêjî dewame.
Li dijî vê yekê hêrsa welatiyan zêde dibe.
Heta niha hêzên dewletê di vê derbarê de çend kes binçevkirine.

Ji dawiya meha Mijdara 2022’yan ve li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jehrîkirina xwendekarên keç di rojevê deye.

Bi hezaran xwendekarên keç jehrî bûne

Li gorî bîlençoyan heta niha bi hezaran xwendekarên keç jehrî bûne.

Li dijî vê yekê nerazîbûn gelek berfireh dibe.

Welatiyên Îranê diyar dikin ku berpirsên esasî yên van êrişan dewlet bixwe ye.

Lê Îran jî ‘çapemeniya mûxalîf a derve’ sûcdar dike.

Hêzên Îranê ji bo mijara jehrî kirinê çend kes binçav kirin

Ji ber vê bûyerê heta niha çend kes binçav kirine.

Dewleta Îranê îdia dike ku hinek kes bi piştgiriya çapemeniya biyanî û muxalîf hewil didin “tirs û fikaran” belav bikin.

Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ragihand ku di vê derbarê de çend kes hatine binçevkirin.

Lê hêjmara kesên hatine binçavkirin nediyare.

Hate ragihandin ku binçavkirin li parêzgehên Xuzistan, Azerbaycan, Fars, Kirmaşan, Xorasan û Elburzê hatine kirin.

Wezaretê diyar kir ku heta hemû kesên ku di vê sûcê jehrîkirinê de, wê bên girtin û operasyon dewam bikin.

Bûyerên jehrîkirina xwendekaran bi mehane didome.

Deshilata Îranê heta niha nekariye bûyera jehrîkirinê zelal bike

Lê deshilata Tehranê heta niha jî nekariye têkîldarî mijarê daxuyaniyekê zelal bide.

Ji ber vê yekê malbatên xwendekaran gelek bi hêrsin.

Li gor agahiyan di navbera 30’ê Mijdar û 5’ê Adarê de li 127 dibistanên 25 heêman bûyerên jehrîbûnê rû dane.

Tenê di 5’ê Adarê de li 35 dibistanan bûyera jehrîkirinê hatiye dîtin.

Her wiha hejmara kesên bi jehrê ketine bi hezarane.

Back to top button