Pervîn Bûldan: Bila kes di ser HDP’ê re siyasetê neke û bila her kes bi hedê xwe zanibe

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo diyarkirina polîtîkayên dema nû, li navenda giştî ya partiyê civîn lidarxist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û got, “Bila kes di ser HDP’ê re siyasetê neke û her kes bi hedê xwe zanibe.” Her wiha Pervîn Bûldan diyar kir ku encamên hilbijartinê, pêşerojên azad wê bi destê jinan diyar bibe.

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo diyarkirina polîtîkayên dema nû, li navenda giştî ya partiyê kom bû.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di destpêka civînê de axivî û rojeva heyî nirxand.

Pervîn Bûldan anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi tirsandin, zext û kaosê xwe ji bo hilbijartinê amade dike û got:

Êrişên li ser destketiyên jinan, Kurdan, hêzên demokratîk û kedê, gefa şer a li welatên cîran bûye kampanyayeke hilbijartinê ya desthilatdariyê.

Êşkence li girtiyan, desteserkirina mafê wan û gefa lê dixwe, beyannameya hilbijartinê ya vê desthilatdariyê ye, soza wê ya ji civakê re ye.

Pervîn Bûldan: Ncamên hilbijartinê û pêşeroja azad wê bi destê jinan diyar bibe

Pervîn Bûldan di dewma axavtina xwe de wiha bi lêv kir:

Dewlet bi xistina cenazeyan di kîsan de û radestî malbatên wan kirin de careke din dijminatiya xwe ya li Kurdan ji raya giştî re eşkere kirin.

Ji desthilatdariyê re dibêjim; zanibin ku ev têkoşîna jinê û rûmeta mirovahiyê ji siyaseta we ya dijminatiyê xurtir e.

Em ê vê siyaseta we ya dijminatiyê û nefretê teqez têk bibin.

Dîrok jî, edaleta rasteqîn jî wê sûcên li dijîmirovahiyê ji bîr nekin.

Hêza esasî ya ku vê sîstema riziyayî biguherîne hêza jinê ye.

Hişmendiya demokratîk û wekhevîparêz a jinan, xwedî wê bandorê ye ku siyasetê û civakê jî biguherîne.

Lewma têkoşîna jinê girîng e.

Pervîn Bûldan diyar kir ku yên gefê li jinan dixwin wê bi dengê jinan têk biçin û wiha bi dawî kir:

Îro ji her beşa civakê jin xwedî têkoşîna çareseriya hevpar e.

Jin li dijî newekhevî, tundî, mêtingerî û şer têkoşîneke xurt û hevpar dimeşînin.

Lewma hêvî bi jinê re ye, di têkoşîna hevpar a jinan de ye.

Back to top button