YPG`ê nasnameya şehîd Bahoz Amed eşkera kir

Navenda Ragihandinê ya YPG`ê nasnameya Bahoz Amed ku di çalakiyek li dijî dewleta Tirk de şehîd ketiyê xwe askera kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de soz da ku mîrataya ked û ezmûna daye şoreşê, wê bibe bingeha têkoşîna wan.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastin Gel (YPG) daxuyaniyek da û tê de aşkera kir ku şehîd Bahoz Amed (Ehmed Elî) 17`ê Mijdara 2023’yan li Eyn Îsayê çalakiyek li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê bi rêve bir û şehîd bûye.

YPG’ê wiha bahsa têkoşîna şehîd Bahoz Amed kir.

“Hevrê Bahoz Amed di malbateke welatparêz de li Efrînê ji dayik bû.

Cihê lê mezin bû jî mîna malbata wî, xwedî hestên welatparêziyê yên xurt bû.

Hevrê Bahoz piştî YPG’ê sala 2012’an bi Şoreşa Rojava re xwe îlan kir û bandora wê di demeke kin de li tevahiya Rojava belav bû, bi biryara tevlîbûnê cihê xwe di nava refên şoreşê de girt.

Di navbera salên 2014 û 2019’an de ku êrîşên dijmin herî zêde dijwar bûn, bênavber şer kir û têkoşîn meşand.

Di pêngava ku di sala 2016’an de li Şehbayê li dijî çeteyan hat destpêkirin, di şikandin û têkbirina dijmin de roleke girîng lîst.

Di gelek çalakiyên ku beşdar bibû de, qabiliyeta wî ya şer di mijara derbên giran li dijmin bide de bi bandor bû.

Serkeftinên wî yên di şer de jî di kesayeta wî de xuya dikirin.

Ya herî girîng jî ti carî di rakirina berpirsiyartiyê de paşde gav neavêt.”

YPG: Em ê têkoşîna azadiyê ji her dermê zêdetir bi îdîa pêk bînin

YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbat û gelê kurd re xwest û got;

Hevrêyê me Bahoz ê herî dawî li Eyn Îsayê di asta fermandariya eniya şer de cih girt.

Bi xwe çalakiya li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi rê ve bir û bi lehengî gihişt asta şehadetê.

Weke heval û hevrêyên wî em sersaxiyê di serî de ji malbata wî ya hêja û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Em soz didin em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ji her demê zêdetir bi îdîa û biryardariyeke mezin bimeşînin hêvî û xewnên gelê xwe yên welatekî azad pêk bînin.”

Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:

Nasnav: Bahoz Amed
Nav û Paşnav: Ehmed Elî
Navê Dayikê: Enîse
Navê Bav: Semîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa/17’ê Mijdara 2023`yan

Back to top button