Jinên DAIŞ’ê bi alîkariya saziyên Tirkî mîna ‘IHH’ ji kampa Holê direvin

Derket holê ku jinên DAIŞ’î bi rêya rêxistinên Tirkî ji Kampa Holê tên revandin.
Ji wan jî rêxistina Tirkî IHH’ye ku alîkariya û destekê dide jinên DAIŞ’ê da ji Kampê birevin.
Ev yek bi rêya çend jinên DAIŞ’î bixwe piştî tên girtin, hat eşkerekirin.
Ev mikurhatinên wan jî, li belgeyên berî niha yên têkiliya Tirkiyê û DAIŞ’ê zêde dibin.

Gelek caran behsa têkilî û hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk hatiye kirin.

Her carê jî ev hevkarî bi belge û delîlan hatiye piştrastkirin.

Bi rêya mikurhatinên herî dawî yên 3 jinên DAIŞ’î, belgeyeke nû li wan belgeyan zêde dibe.

Ev jinên DAIŞ’î, ji Kampa holê reviyabûn, lê berî ku bigihêjin deverên ku dixwestin, li herêmê tên girtin.

Yek ji wan jinan Fatîma Zehra Ebdulhefîz Tilêwan a (17) a ji Fasê ye.

Li ser awayê hewildanên wan ên revê, ev jina DAIŞ’î vê dibêje:

Min pêwendî bi hevaleka xwe ya DAIŞ’ê ku li Idlibê dimîne danî.

Bi rêya wê min xwe gihand qaçaxçiyê bi navê Ebû Bender da ku min ji kampê birevîne.

Piştî peywendiyê, min li beramberî 18 hezar dolar, me bi şertê ku min bigîhîne herêmên dagirkirî yên di bin kontrola Tirkiyê de, li hev kir.

Jina DAIŞ’î Fatîma Zehra li ser awayê revandina wê ji kampê jî ev agahî dan:

Roja em derketin min 6 kes ji jin û zarokên ji Fas û Rûsyayê dîtin

Em bi rêya erebeya veguhestina çopê ji kampê derketin.

Em di gundên Hesekê û Reqayê re derbas bûn.

Me xwe di gelek malên di navbera kampê û Reqayê de veşartin û di malekê li bajarê Minbicê de hatin girtin.

Min dixwest xwe bighînim Serêkaniyê.

Jina din a DAIŞ’î Îman El-Mehrîr jî bi heman rengî, hewl da ber bi Idlibê ve bireve û bi heman komê re hat girtin.

Wê jî li ser reva xwe û çawaniya peydakirina pereyan, ev yek eşkere kir:

Rêxistina IHH’ê ya Tirkî di warê madî de alîkariya me kir da ku em ji kampê birevin û xwe bigîhînin herêmên dagirkirî.

Jina DAIŞ’î Îman El-Mehrîr jî ku ji Fasê li ser heman rêxistinê ev got:

Rêxistina IHH’ê ji rêxistinên ku alîkariya me kir da ku ji kampê birevin û ber bi herêmên dagirkirî ve biçin.

Ev rêxistin yek ji rêxistinên Tirkiyê ye ku bi navê “Saziya Mafên Mirovan, Azadî û Alîkariyê” tê naskirin, lê wekî rêxistineke ne hikumî xwe bi nav dike.

Bi vî awayî ji Tirkiyê û rêxistinên wê, alîkarî û destekdayîna herî xurt ji çeteyên DAIŞ’ê re tê dayîn.

Û dibe cih û çavkaniya terorê û terorîstan.

Back to top button