Mihemed El-Ebo: Divê şêniyên Mibicê li hemberî êrîşan têkoşînê xurt bikin

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo anî ziman sûcên dagirkeriya Tirk li Minbicê berdewam in, lewra bang bilindkirina têkoşînê kir.

Mihemed Elî El-Ebo êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Minbicê şermerzar kir û got:

“Ji dema rizgarkirina Minbicê û gundewarên wê ji qirêjiya terora DAIŞ’ê û heta roja îro, sûcên dewleta Tirk berdewam in.

Dagirker hewl didin herêmê vala bikin û dagir bikin, aramiya herêmê jî tevlihev bike û berxwedana şêniyên wê lawaz bike.”

Her wiha anî ziman ku bi saya zanabûn û têgihiştina gel tevahî planên wan bi bin dikevin û armancên wan têk diçin.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember sûcên dewlet Tirk helwestê nîşan bidin.

Her wiha bang li gel kir ku têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button