QSD: Hêzên me kesên ku Zinar Efrîn şehîd xistin girtin

Kujerên Endamê Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê û Şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Zinar Efrîn ku di 16`ê Nîsanê de li ser riya Dêrazor-Hesekê hate gulebarankirin, hatin girtin.

Navenda Ragîhandina QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî agahî par ve kirin û diyar kir ku hêzên QSD`ê piştî gulebarankirina erebeya Zinar Efrîn, wan yekser lêkolîn da destpêkirin.

Di encama lêkolînê de Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî QSD`ê di 31`ê gulanê de 2 kesên bi guman girtin.

Piştî lêpirsîn û lêkolînê her du kesê behsa mijarê li xwe mukir hatin ku wan bi awyekî rû girtî erebeya Zinar Efrîn gulebaran kirine.

Di heman demê de mukir hatin ku wan bi armanca derxistina tevliheviyê di herêmê de hin sûcên din jî kirine.

Navenda Ragîhandina QSD’ê diyar kir ku ew ê di demên pêş de mukirhatina her du çeteyan bi raya giştî re bi par ve bikin.

Back to top button