Çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî welatiyek din revandin.
Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyênxwe yên taybet, ragihand ”Çeteyên dewleta Tirk ciwanê bi navê Henan Mihemed Yûsif ê ji gundê Miskê ê Cindirêsê revandin.”
Hat ragihandin ku çeteyan li Henan xistine û piştre ew birin cihekî nediyar.
Heta niha ti agahî li ser Henan tune ne û çarenivîsa wî nediyar e.
31’ê meha borî jî çeteyên dewleta Tir 3 welatî ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê revandin.