QSD’ê li bajarokê Holê şaneyeke DAIŞ’ê girt

QSD’ê şaneyeke fînansê ya çeteyên DAIŞ’ê ku li bajarokê Holê yê rojhilatê Hesekê çalak bû, girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê mijarê de ev agahî parve kir:

“Yekîneyên me yên taybet li bajarokê Holê yê li rojhilatê Hesekê ku li nêzî Kampa Holê ye, operasyonek pêk anî.

QSD’ê eşkere kir ku di encama operasyonê de şaneyeke DAIŞ’ê ku ji 3 kesan pêk dihat hat girtin.

QSD’ê diyar kir ku vê şaneyê pere ji şaneyên DAIŞ’ê re dişandin.

Û hin şaneyên çalak ên li gundên Hesekê û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûrî fînanse dikirin.”

Dawiyê QSD’ê da zanîn ku di operasyonê de çek, amûr û belgeyên li gel endamên şaneyên ketin destê hêzên wan.

Back to top button