Nûnera MSD’ê li Misrê: Tirkiye gefê li aştî û ewlehiya herêmê dixwe

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Misirê Leyla Mûsa dibêje bi gef û êrişên wê yên dawî, dewleta Tirk gefeke nû li ser aştî û ewlehiya navneteweyî çêdike.

Têkildarî xeteriyên siyaseta dewleta Tirk li ser gelê Sûriyê, Leyla Mûsa ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Leyla Mûsa anî ziman êrişên Tirkiyê ne tenê li ser pêşeroja Sûriyê lê belê li ser siberoja ewlehiya tevahî herêmê jî, xeter in.

Û li ser armanca wê jî got:

“Armanca wê qutkirina herêmên Sûriyê û dubarekirina senaryoya Lîwa Iskenderon, Qubrisê û xirakirina aştî û îstiqrara herêmê ye.

Bi wê yekê wê derfetê bide çalakirin û birêxistinkirina DAIŞ`ê.

Ya ji wê hê jî xetertir, bicihkirina hemû rêxistinên tundraw li herêmên di bin dagirkeriya wê de ye, wekî Îxwan Muslimîn û DAIŞ`ê.”

Leyla Mûsa hêvî kir ku li hember van gefan civaka navneteweyî gavên cidî û pratîk biavêje.

Back to top button