Xelkê Silêmaniyê li dijî êriş û hevkariya PDK’ê daketin qadan

Li Silêmaniyê xelk li dijî dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK’ê daketin qadan.
Li wir Asayîşê bi bobmeyên gazê êrişî çalakgeran kir û hin kes jî binçav kirin.
Li navçeya Ranyayê jî bi heman armancê xelk daketin û helwesta xwe nîşan da.

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla û xiyaneta PDK’ê xelkê Silêmaniyê meşek pêk anîn û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Meş bi slogana ‘Tev bi hevre li dijî dagirkeriyê, Kurdistanê biparêzin’ pêk hat.

Asayîşa Silêmaniyê êrişî çalagkeran kir

Li vir, Asayîşa Silêmaniyê êrişî çalakgeran kirin, bombeyên gazê û fîşekên plastîkî avêtin wan.

Gelek çalakger ji ber bobmeyên gazê û fîşekan bandor bûn û rewşa wan xirab bû.

Asayîşê hin çalakvan jî binçav kirin lê hîna nasnameya wan eşkere nebûne.

Li cihê çalakiyê cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên axivî û bang li xelkê Başûr kir ku xwedî helwest bin.

Piştî êrişê girse carek din li Cadeya Salim kom bûn û berxwedana gerîla silav kirin.

Li cihê kombûnê daxuyaniyek hat dayîn û ev dagirkerî hat redkirin.

Li navçeya Ranyayê çalakiyek pêk hat

Ev der jî navçeya Ranya ye.

Li vir jî meşeke girseyî pêk hat û tê de êrişên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê hatin şermezarkirin.

Çalakgeran tekez kirin ku bêdengiya hikumeta Başûr li hember dagirkeriyê tê wateya nixûmandina tawanên Tirkiyê.

Back to top button